Sabri Yıldırım
06 Nîsan 2023•Rojanekirin: 08 Nîsan 2023
MUŞ (AA) - Li Mûşê jin kevneşopiya miqabeleyê ya bi salan e dewam dike di meha remezanê da jî didomînin.
Bi qasî 300 jinên ku di Malên Agahiyê yên girêdayî Şaredariya Mûşê da ne tên cem hev Quranê dixwînin.
Rêvebira Malên Agahiyê Zelîha Kartalê got ku ew dixwazin kevneşopiya miqabeleyê di meha remezanê da bidomînin.
Kartalê destnîşan kir ku ew ji bo mexdûrên erdhejê dia dikin û wiha dewam kir, "Xwedê careke din bobelatên wiha nede. Me di salên berê da li van malên xwe bernameyên fitarê jî organîze dikir, lê îsal me sifreyên xwe yên fitarê şand deverên erdhêjê lêxist. Lê em miqabeleyên xwe didomînin."