Bülent Mavzer
06 Nîsan 2023•Rojanekirin: 10 Nîsan 2023
Li Îdirê jinên ku ji xwe ra ciyê nanê loş vekirine her roj tên ser karê xwe û nan li tenûrê dixin, lê ji ber meha remezanê piçek zehmetî dikişînin.
Di meha remezanê da milet dixwaze nanê germ bibe ser sifreyên fitarê û ev jî karê jinan zêdetir dike.
Ji ber rojiyê jin gorî rojên din zêdetir diwestin û lê dev ji karê xwe jî bernadin.
Kalemzer Guney a nanê loş li tenûrê dixe daxuyanî da û got ku ew ji diya xwe hînî vî nanî bû û wiha domand: "Min berê bi tenê ji bo me nan li tenûrê dixist, lê niha bi vî nanê debara xwe jî dikim."
Gul Duranê jî diyar kir ku ew him rojiya xwe digirin û him jî karê xwe dikin û wiha pê da çû, "Em serê sibehê tên û hevîr dikin. Piştî nîvroyê jî nanê loş derdixin û wan dikin pakêt û dişînin markêtan. Nêzî fitarê jî nanê tenûrê lêdixin."