Li navçeya Islahiyeya Gazîantebê ya ku îsota hûr a Tirkiyeyê jê tê çandiniya îsotê dest pê kir.
Karkerên demsalê yên ku ji Şanliurfayê ji bo xebatê tên navçeyê, ji zeviyê îsotan berhev dikin û tije çewalan dikin. Îsotên tên berhevkirin dibin tesîsan da ku ji hev bên veqetandin.
Karker di konan de dijîn û li gor kîloya îsotên ku berhev kirine heqê xwe distînin.
Serokê Odeya Zîraetê ya Îslahiyeyê Mehmet Kose ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku çandiniya îsotan dê mehekê dewam bike.
Kose bal kişande ser kêmasiya avê û got ku ji ber vê jî qelîteya îsotan kêm e û bihayê wê jî li gor sala çûyî hindik e.
Kose daxuyand ku piştî ku Yekîtiya Başûrê Rojhilatê ya ku bihayê îsotan diyar dikir hate girtin, hilberîner ketin tengasiyê û wiha got: "Ji ber vê di bazara serbest de bihayê îsotan kêm bû. Li Islahiyeyê li ser 20 hezar dekarî îsot tê reşandin. Kîloya îsota ter 1,10 lîre, îsota bi qalik û qirşik 4,50 û 5 lîre, îsota bê qalik û qirşik jî 6 û 6,50 lîreyan tê firotan."