Abdullah Tel
12 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2018
BÎNGOL
Songul Guzela kevaniya mala xwe ku sebiyekî wê jî heye ji Serokatiya Îdareya Pişgirî û Pêşvebirina Saziyên Navîn û Biçûk (KOSGEB) 30 hezar lire pere hibe hilda, pê atolyeya mobîlyayê vekir û niha tevlî mêrê wê 4 kes tê da dixebitin.
Guzela ku berê di hin kar û barên din da jî xebitîbû û piştî ku bû dayik navber da xebatê û dema kevanîtiya mala xwe dikir biryar da ku dest bi kar bike.
Di serê ewil da li kar gerî da ku bixebite lê karekî li gor dilê xwe nedît û li ser vê jî beşdarî perwerdehiya muteşebisiyê ya KOSGEBê bû û piştî perwerdehiyeke bi serfiraz sertîfîkaya xwe hilda.
Tevlî mêrê xwe Ferhat Guzel "Projeya Mobîlyayê" amade kir û pêşkêşî KOSGEBê kirin. Projeya wan hat qebûlkirin û wek hîbe KOSGEBê 30 hezar lire pere da wan û wan jî ji bo cihê ku atolyeya mobîlyayê vebikin serî li Navenda Pêşvebirina Kar a Bîngolê (ÎŞGEM) dan û dikaneke bi qasî 150 metreqere kirê kirin. Piştî helkirina hemû pirsgirêk û temamkirina kêmasiyan 4 meh berê dest bi kar kirin û atolye ket fealiyetê.
Guzela ku kevaniya malê bû û bi piştgiriya dewletê ji xwe ra bû xwedî kar tevlî mêrê xwe 4 kes kirin xwedî kar û ew dixwaze mobîlya îxracî dervayê welêt bike.
- "Bi piştgiriya dewletê va min kar vekir û dest bi hilberînê kir"
Guzelê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wê bi piştgiriya dewletê ji xwe ra atolye vekir û gelek kêfxweş e û wiha pê da çû: "Bi piştgiriya dewletê va min atolyeya xwe vekir, makîneyên xwe kirîn û dest bi hilberînê kir. Em dîzaynên ku bi teknolojiya presê ya 3Dyê va amade dikin nîşanî mişteriyên xwe didin û li ser erêkirina wan dest bi çêkirina mobîlyayê dikin."