Haydar Şahin
12 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2018
MUŞ
Li Qizilxaça bajaroka Mûşê kevirê bi şert û mercên tebiî çêbûye, jê ra dibêjin "Merivê li Deştê Mêze Dike" yê dişibe serê merivan eleqeyê ji ziyaretvanan dibîne.
Ji bo ku kevirê ku gundiyan li Zozana Axçarê ya bajaroka Qizilxaçê ferq kirin wekî berhema tebiî ya bajêr were qeydkirin Midûriyeta Şaxa Mûşê ya Parastina Berhemên Tebiî û Zanîngeha Mûş Alparslanê xebat dan destpêkirin.
Hîndekar Dr. Îskender Dolekê Midûrê Navenda Lêkolîn û Tetbîqa Rêveberiya Afatê ya Zanîngeha Mûş Alparslanê û Ertan Oncelê Midûrê Şaxa Mûşê ya Parastina Berhemên Tebiî ya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li herêmê lêkolîn kirin.

Dolek diyar kir ku di encama lêkolînê da tesbît kirin ku kevir bi rêyên tebiî çêbûye.
Dolek got navê kevir danîn "Merivê li Deştê Mêze Dike" û wiha axivî:
"Dema ji dûr va mêze dikin merivan wetrê pêykertraşekî ev çêkiriye. Poz, lêv, enî û guhên wî zehf baş xanê dikin. Kevirê abîde yê ku me jê ra got "Merivê li Deştê Mêze Dike" bi tevahî bi şertên tebiî çêbûye. Hêrifiye, ba û şiliyê lê kiriye û hatiye vî halî. Ji sedan berhemên dibê ji nifşên nû ra bihêlin yek jî ev e. Ew ê tevkariyê jî bide turîzma bajêr. Ji hêla berhemên bi rêyên tebiî çêbûne va Mûş zehf dewlemend e. Em van berheman qeyd dikin û li ser nexşeyê bi cî dikin. Wekî mayîn wêneyên wan dikişînin û li platformên neteweyî û navneteweyî belav dikin."
Ertan Oncelê Midûrê Şaxa Mûşê ya Parastina Berhemên Tebiî ya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê jî ji bo di çarçoveya enwanterê da kevir qeyd bikin dest bi xebatan kirin.
Mehmet Yenturkê gundî jî got kevirê ku bala ziyaretvanan dikişîne dibê ji turîzmê ra were vekirin.