02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
ANKARA
Wezîrê Zanist, Sanayî û Teknolojiyê Faruk Ozlu diyar kir, par û îsal 770 hezar û 976 kesan serî li 50 hezar lire krediya KOBIyê a sifir faîz a KOSGEBê da û wiha dewam kir: "Di nav 15-20 rojên pêşiya me da nêzî 11 milyar lireyê bikeve piyaseyê."
Ozlu bû Mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê û pirsên li ser rojevê bersivand.
Li ser pirsa, encamên anketên ku ji ji bo referandumê tên çêkirin çi ne û encama referandumê wê tesîreke çawa li ser aboriyê bike, Ozlu got ku AK Partî anketan dike, di van anketan da rewşeke neyênî tuneye.
Ozlu got, "Kesên ku dixwazin pergala heyî biparêzin, ango statukoparêz dibêjin 'na'. Kesên ku dixwazin ev pergal biguhere, xurt bibe, pratîk bibe, Tirkiye pêşkeve, bibe lîstikvanekî kurewî, bibe hêzeke herêmî dibêjin 'erê'. Ji ber vê yekê referandumê di navbera van herdu aliyan da wê çêbe."
Ozlu got ku heta îro AK Partiyê polîtîkayeke biserkeftî meşandiye û hemû encamên baş ên ku hatine bidestxistin jî li hember sîstemê hatine kirin.
Wezîr Ozlu wiha axivî: "Pakêta nû wê zehmetiyên sîstemê ji holê rake, rê li ber gelê me yê ezîz veke ku ew bibe hêzeke herêmî, aktorekî kurewî."
Ozlu anî ziman ku wek partî ew rêzê nîşanî îradeya gel didin û di referandumê de 'erê' an jî 'na' çi derkeve AK Partî wê rêzê nîşanî biryara gel bidin.
Li ser pirsa piştgiriya KOSGEBê ya bê faîz û 50 hezar lireyî jî Ozlu got ku ev ji bo kargehên biçûk e û ji bo piştgiriya van pakêtek e.
Wezîr Ozlu got ku ji budceya pare pereyek kêm maye û wiha axivî:
"Ew paketeke krediyê bû û ji bo 15 hezar kesan bû. Nêzî 250 hezar kesan serî lê da bû. Me di navbera 10 û 20ê sibatê de serîlêdan qebûl kiribûn."
Ozlu li ser daketina îskontoya OTV û KDV jî wiha axivî: "Esil başbûna aboriya Tirkiyeyê me par di meha çileya paşîn de dît. Ew çî bû? Zêdebûna îxracata me bû, sînyalên mezûnbûna me bûn."