Bekir Husoyê ku ji ber şerê Sûriyeyê revî û xwe siparte Tirkiyeyê, ligel xwe 2 kewên gozel jî anîn û wek ewladên xwe wan xwedî dike.
Bekir Huso (70) ji ber şerê ku li Kobanê tund bû ew û jina xwe reviyan û hatin Tirkiyeyê. Husoyê ku di qempa penaberan de dimîne rojên xwe herî zede bi kewên xwe re diborîne.
Huso daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber tirsa mirinê wan welatê xwe terikandiye û dema ew reviyane jî tiştek bi xwe re neanîne.
Huso got çaxê em reviyan min nik xwe tenê kewên xwe anîne. Huso got rayedaran ew ewil birin navenda sitarbûnê û paşê jî ji wir birin konbajêr.
Huso wiha axivî:
"Ez eva 35 sal e zewicîme lê Xwedê zarok nekir nesîbe me. Ez ji kewan gelekî hez dikim. Kewên min berê zêdetir hebûn lê niha bi tenê 2 heb mane. Ew şibîta biçûkên min in. Ez wan carna derdixim û digerînim, ez bi wan re şa û kêfxweş dibim."