Kalinkutuk got ku li giştiyê bajêr 2 hezar, li Çaglayancerîtê jî 750 kewên gozel berdan çolê û wiha dewam kir: "Çiftlika me ji roja hatiye avakirin û heta niha, nêzî 150 hezar kewên gozel hatine berdan. Kewên ku me berdan çolê dê di bin cavdêriya cendirme, parêzvanên gûnd, komeleyên nêçîrvanan û personelên me de bin."
Kalinkutuk diyar kir ku li cihên ku kewên gozel hatin berdan, dê 3 salan nêçîr bê qedexekirin. Kew ji bo eraziyên biqijnik û heşerat gelekî girîng in, lewra kew qijnik û heşereyan di nav erazî de dixwin û erazî ji heşeretan safî dikin.