22 Hezîran 2016•Rojanekirin: 24 Hezîran 2016
TUNCELÎ
Li Tunceliyê Midûriyeta Parkên Neteweyî û Parastina Sirûştê hezar kewên gozel berdan çolê.
Ekîbên midûriyetê li texma Kutuderesî ya li ser rêya Tuncelî-Pulumurê hezar kewên gozel berdan çolê.
Midûrê Şaxa Tunceliyê ya Midûriyeta Parkên Neteweyî û Parastina Sirûştê Alî Haydar Gursonmez daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku hezar kewên gozel ên ku ji Îstasyona Erîkçe ya Gazîentabê anîne berdan çolê.
Gursonmez diyar kir ku 500 kewên gozel li Pertek û Çemişgezekê û 500 kewên din jî li Kutuderesî û Rojderesiyê berdane çolê û wiha got: "Ji ber nêçîrê populasyona heywanan xera dibe. Ji bo em rê li ber vê bigirin, me kewên gozel berdan çolê û ji bo parastina wan çi ji destê me were em ê bikin."