HATAY
Fatma el-Husen sala par ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe reviya û xwe spart Tirkiyeyê. Niha li Reyhanliya navçeya Hatayê dijî. 3 sal berê mêrê wê di êrîşa hewayî de mir û Husen û tevî sê zarokên xwe li holê man.
Ji zarokên wê Ebdulkerîmê 12 salî astengdar (dîn) e û Fatma jî ji bo ku kurê wê ji malê nereve wî bi bend girêdide.
Yekîneyên hêzên rejima Esed 3 sal berê di êrîşa hewayî ya ku birin ser Îdlibê de mala Husenê xirab kirin û mêrê wê jî di wê êrîşê de mir. Husenê xwe spart xizmên xwe lê piştî demekê par tevî 3 zarokên xwe hat Tirkiyeyê.
Niha li Reyhanliyê tevî zarokên xwe di odeyekê de dimîne û bi xêra alîkariya xwedanxêran debara xwe dike.
Dayik Husenê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku digel kêmasiyan ligel zarokên xwe ji bo heyata xwe bidomînin hewl didin.
Husenê ji rayedaran alîkarî xwest û wiha got: "Ez û 3 zarokên xwe li rastê man û nizanim ez ê çi bikim. Em ji rayedaran alîkariyê dixwazin. Ez hin caran ji xwe re paletiyê dikim û ji bo ku kurê min ê astengdar jî ji malê nereve bi neçarî wî girêdidim."
Dayik dixwaze ku kurê wê bê tedawîkirin.