Welatî ji bo beşdarî çalakiyan bibin li Parka Newrozê ya navçeya Baglarê hêdî hêdî kom dibin.
Platforma Hezkiriyên Pêxember li Diyarbekirê, bi minasebeta Hefteya Jidayikbûna Pîroz şahiya bi navê "Rêberê Bêhempa Hezretî Mihemed" li dar dixe. Ji welêt û derveyî welêt gelek kes ji bo beşdarî şahiyan bibin hatin Parka Newrozê.
Polês li 3 cihan, welatiyan kontrol dikin. Piştî kontrolê welatî derbasî qada şahî lê tê lidarxistin dibin. Ji bo koordînasyonê 2 hezar kes hatin wezîfedarkirin.
Di nav welatiyên ku hatin qadê de hat dîtin ku hin kesan, cilên ku li ser wêneyê Yasîn Boru heye lixwe kiriye.
Yasîn Boru, di çalakiyên bêdestûr ên dijî DAEŞê de miribû.
Li Platformê pankartên ku li ser him bi kurdî him jî tirkî "Dê û bavê me di rêya te de feda bin Ya Resûlallah" û "Me Şehidên xwe yên Aşiqê Pêxember ji bîr nekir û em ji bîrnakin" nivîsandîbûn hatin daliqandin. Li ser pankartan wêneyên Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di bûyerên 6 û 7ê kewçêrê de hatin qetilkirin jî hebûn.
Herwiha li qadê afîşên ku ser wan bi kurmancî, tirkî, erebî û zazakî "Hûn Bixêr Hatin Çalakiya Jidayikbûna Pîroz" nivîsandîbûn jî hatine daliqandin.