Miftîtiya Cizreyê ji bo bernameya Hefteya Bûyîna Pîroz (Rojbûna Hezretî Mûhemmed s.a.v) bi kurdî û tirkî afîş amade kir.
Miftîtiyê ji bo bernameya Hefteya Bûyîna Pîroz ku wê di 18ê nîsanê da were lidarxistin, afîşeke bi kurdî û tirkî ku li serê "Ji bo dinyayeke baş hezkirin, siyanet û merhemet, dinya emanetî me ye, em jî emanetî hev in" dinivîse amade kir.
Miftî Selahattîn Yilmaz daxuyanî da û destnîşan kir ku Hefteya Bûyîna Pîroz hezkirina di qelbê însanan de dedixe holê û got vê hefteyê dike merasima biratiyê.
Yilmaz diyar kir ku ji Cizreyê gelek alim derketine û wiha got: "Me ji bo Hefteya Bûyîna Pîroz afîşeke bi kurdî û tirkî amade kir û em gelê me bangî bernameyê dikin. Em ê di çarçoveya bernameyê de herin serdana nexweşxane, girtîgeh, esnaf, sazî û dezgehan, em ê kitêb û gulan belav bikin. Wek mayîn em ê konferansan çêkin, sînevizyonan nîşan bidin, li mekteban û qursên Qur'anê de pêşbaziyan çêkin û bernameyên xetm û mewlûdê çêkin."