31 Tebax 2016•Rojanekirin: 06 Îlon 2016
GAZÎANTEP
Ji ber ku Eyda Qurbanê nêzîk bû, welatî amadehiya serjêkirina qurbanan dikin û ji bo vê jî diçin cem esnafên kêrfiroş. Esnaf jî ji bo ku xwe pê ra bigihînin, mesaiya zêde dikin.
Li Gazîantepê cihê hostayên kêran li der û dora Kela Gazîantepê ne. Ji ber ku Eyda Qurbanê nêzîk bû, serê kêrfiroşan qerebalix e. Kêrên ku ji bo Eyda Qurbanê hatine çêkirin, li ser dezgehan hatine rêzkirin. Kêrên ku welatî ji bo tûjkirinê tînin, li çerxê didin û tûj dikin.
Hosteyê kêran Okkeş Gozbulut daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew 49 sal berê ji bavê xwe ev hostatî hîn bûye û hê jî dike.
Gozbulut got ku bihayê kêran ji 20î dest pê dike, heta 60î dertê û bi 2,5 lireyan jî tên tûjkirin. Gokbulut wiha dewam kir: "Welatî hêdî zêde dibin û ji bo kêran tên. Vê gavê ji firotinê zêdertir, welatî kêrên xwe tînin û tûj dikin. Ji bo ku em pê ra bigihînin, em zêde dixebitin. Ji bo heywan aciz nebe û qesab pê da nekeve, divê kêr tûj bin, ev pir girîng e."
Muslum Demirtaşê ku kêra xwe ji bo tûjkirinê anî got ku ew ê di cejna qurbanê da qesabtiyê bike û ji bo vê jî kêrên xwe aniye tûj bike. Demirtaş wiha got: "Kêrên me êdî ko bûne. Ji bo tûjkirinê min anî cem hosta. Ji bo ku heywan baş were postkirin û meriv destê xwe sivik bigre, tûjbûna kêrê şert e."
Hasan Doganê ku ji Kirşehîrê ji bo ziyaretê hatiye jî got: "Gazîantep bi xurekên xwe va meşhûr û weke ku ez dizanim kêrên vê derê jî baş in. Ji ber ku Cejna Qurbanê nêzîk bû, me kêrên xwe jî kirîn."