02 Îlon 2016•Rojanekirin: 03 Îlon 2016
MUGLA
Ji ser mirina Aylan Kurdiyê welatiyê Sûriyeyê yê ku li Bodruma navçeya Muxlayê di keleka tê da bû binav bibû û xeniqîbû ra salek derbas bû.
Sala par di 2yê îlonê da keleka ku 14 kes tê da bûn binav bibû û 5 kesên ku di nav wan da Aylanê ji Sûriyeyê jî hebû xeniqîbûn, pêla avê cesedê Aylanê zarok derxistibû perava Fenerburnuyê ya li Taxa Akyarlarê.
Ji ser mirina Aylanê zarok ê ku hemû dinya ji bo wî li ber xwe ket ra salek derbas bû. Hin welatiyên ku şebeqê derketibûn meşê dema ku ji dewsa cesedê Kurdî ra derbas bûn jê ra rihma Xwedê anîn.
Îsmet Akarê wê rojê bibû şahidê bûyerê di daxuyaniya xwe da got ku wek rojên din ewê rojê jî destê sibê derkete meşê û wê çaxê li peravê qerebalixiyek dît.
"Ew zaroka hê li ber çavên min e"
Akar diyar kir ku ji kesên li ser rê pirsî û der barê bûyera ku qewimî da agahî sitand û wiha got: "Li ser vê rêyê du kesan li peravê mêze dikir. Min got 'Xêr e li wê derê çi dibe?' Paşê min dît ku li wê derê 2 zarok mirine. Li tanga kêvir cendirmeyek hebû û ji wî wê da jî qerebalixiyek hebû. Hinekî ber bi wê derê meşiyam û min dît ku ji avê cesedê zarokekî derxistin û cendirmeyan dan hemêza xwe û xistin wesayîta cinazeyan."
Akar got zehf di tesîra bûyerê ma û wiha axivî: "Çaxa ku min cesedê zarokê dît pirça min şujin şujinî bû. Paşê min her tim ew zaroka di televizyonan da dît. Ew zaroka hê li ber çavên min e. Zarokekê piçûkî bû."
Li Bodrumê sala par di 2yê îlonê da keleka ku 14 kes tê da bûn binav bibû û 5 kesên ku di nav wan da Aylan Kurdiyê ji Sûriyeyê kekê wî û diya wî jî hebûn xeniqîbûn. Dîmenên cesedê Aylanê zarok rûyê şerê navxweyî yê li Sûriyeyê careke din dîsa nîşanî civaka navneteweyî dabû.