09 Mijdar 2015•Rojanekirin: 10 Mijdar 2015
AGRI
Li Elaşgira navçeya Agiriyê ji ber ku berf barî, qeza çêbûn û gelek wesayît welgeriyan.
Ji ber ku berf barî, li ser rêya Agirî û Erziromê li nêzîkî gundê Aydintepeyê rê qeşa girt.
Şofêr bendê nebûn ku berfê bibare û rê qeşa bigre. Ji ber vê tevdîrên xwe nedîtin.
Hin wesayît ji rê derketin û qeza kirin. Di qezayan de hin welatî birîndar bûn û hin wesayîtan jî xisar dît.
Birîndar rakirin nexweşxaneyan.