Lİ gundên girêdayî Ava Kevir a navçeya Agiriyê, berf gihaşt pace û banê hin xaniyan.
Gelek xanî, dibistan û axurên nêzî zozanên Sîneg, Eledag û Kandîlê di bin berfê de man.
Welatî berfa ku gihaşt pace û banan, bi derfetên xwe paqij dikin û di zivistana sar de jiyana xwe didomînin.
Welatî ji hêlekê ve bi derfetên xwe îhtiyacên xwe yên rojane dibînin, ji hêla din ve jî bi zor û zihmet heywanên xwe xwedî dikin.
Şaban Kayayê ku li gundê Gumuşluya girêdayî navçeyê dijî, daxûyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî berfê jiyan zihmet dibe.
Kaya got ku ji bo rêya gundan vebe, ekibên qaymeqamtiyê û midûriya idareya taybet hewl didin. Lêbelê di nava çend saetan de rê dîsa tên girtin.