Sevim Hatun
03 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2017
ANTALYA
Li Kemera navçeya Antalyayê ji bo hewa xweş bû welatî û turîstên li herêmê çûn perava behrê.
Li gor agahiya ku ji rayedarên Navenda Texmînê ya Meteorolojiyê ya Antalyayê hatin standin, li herêmê germahiya hewa û ya avê 20 pile hat pîvandin.
Herçiqas li piraniya herêmê hewa biewr û sar be jî li herêmê tavê xwe nîşan da. Welatiyên herêmê û turîst hatin ber behrê. Hin turîst ketin behrê û hinan jî xwe li ser şezlongan da ber tavê.
Hin welatî tevî zarokên xwe li peravê behrê meşiyan hin jî bi qeyikan derketin û masî girtin.
Rayedaran ragihand ku wê herêm ji roja sêşemê bi şûnde baran hebe.