14 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2017
BATMAN
Li navçeya Kozlukê ji ber roja ewil a salnameya Rûmî pîrozbahî hat kirin.
Di çarçoveya pîrozbahiyên ku her sal hefteya duyemîn a kanûna paşîn tê pîrozkirin de zarok rûyên xwe boyax dikin, cil û bergên xwe diguherînin û mal bi mal digerin û diyariyan berhev dikin.
Zarokên ku bêxeber diçine malan bi gotina 'serê salê binê salê Xwedê kurekî bide vî malî' kêfa xwediyên malê kêfxweş dikin û ji wan diyariyan dixwazin.
Zarok li malên ku diçinê serê salê pîroz dikin, ji bo xwediyên malê lîstikên kurt dilîzin, stranan dibêjin.