15 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2017
ERZURUM
Li herêma Rojhilata Anadoluyê hewaya herî sar bi şev di bin sifirê de 24 pîleyî va li Qers, Agirî û Erdexanê hat pîvan.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12an a Meteorolojiyê hat hildan, tê texmîkirin ku dê li tevahiya herêmê hewayê ewrsayî û ewrawî be.
Li herêmê germa hewayê di bin sifirê de herî kêm li Qers, Erdexan û Agiryê 24, Erziromê 15, li Îdirê 11, li Ezircanê 6 û Tunceliyê 9 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku nava rojê jî germa herî zêde li Ezircanê û Tunceliyê 3, di bin sifrê da li Erziromê 5, li Îdirê 4, li Erdexan 7, li Qers û Agiriyê 6 pile be.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 47, li Erziromê 28, li Erdexanê 15, li Qersê 17, li Îdirê 8 û li Ezircanê santêmek hat pîvan.
Rayedaran ji bo qerm, cemed, mij û dûmanê hişyarî da.