20 Îlon 2015•Rojanekirin: 20 Îlon 2015
ÇANAKKALE
Li Behra Egeyê bota komeke biyanî ya ku hewl dan bi rêya der qanûnî derbasî girava Mîdîlliyê ya Yewnanistanê bibin, xerq bû. Li gorî encamên ewil 13 kes mirin, 8 kes jî hatin xelaskirin.
Li gorî agahiya ku gihîşt ber destan, komeke biyanî ya ku di navê de welatiyên Sûriyeyê jî hebûn ji bo ku derbasî girava Mîdîlliyê bibin bi boteke lastîk ve ji naveçeya Ayvacikê derketin behrê.
Bot piştî demekê ji ber sedema ku hê diyar nebûye, av hilda û xerq bû.
Li ser îxbarê ekîbên ewlekariya qeraxan çûn herêmê û gihîştin 13 cesedan. Ekîban 8 kesên ku ber xeniqînê bûn, xelaskirin.
Ji hêla din ji bo ku ceseda bînin Lîmana Babakaleyê dest bi xebatê kirin. 8 kesên ku hatin xelaskirin jî dê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Ayvacikê werin kirin.
Waliyê Çanakkaleyê Hamza Erkal di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir ku piştî bûyerê wan ji asîman û behrê dest xebatê kir.
Erkal bal kişand dibe ku di botê de merivên din jî hebin û ji ber vê ekîb bi baldarî û hûrgulî xebatên xwe dimeşînin. Erkal wekî dawî lê zêde kir ku wan hemû derfetên xwe seferber kir.