06 Mijdar 2015•Rojanekirin: 06 Mijdar 2015
AYDIN
Li perava Dîdima navçeya Aydinê keştiya penaberên ku hewl didan derbasî Yewnanistanê bibin binav bû, 11 kes hatin xilaskirin û cesedê kesekî hat dîtin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, keştiya ku penaberên hewl didan bi rêyên dereqanûnî ji Dîdimê derbasî Sîsama girava Yewnanistanê bibin tê dabûn li tanga Fenerê bi carekê va serobino bû. Ekîbên Fermandariya Ewlekariya Peravê ji keştiya ku serobino bû 2yê wan zarok 11 kes xilas kirin.
Li ser îfadeya penaberên ku hatin xilaskirin ekîban li dorberê lêkolîn kir û cesedê mêrekî dîtin.
Hat ragihandin ku jina wî kesê ku cesedê wî hat dîtin jî winda ye. Xebatên lêgerînê dewam dikin.