İbrahim Atmaca
10 Îlon 2019•Rojanekirin: 11 Îlon 2019
Li Hîzana navçeya Bidlîsê li herêma Nezerê ku bi siruşta xwe ya hêşinahî va wek "Behra Reş a Rojhilatê" tê zanîn, 350 malbat bi bindeqên ku li ser 7 hezar û 500 dekar erazî danîne va debara xwe dikin.
Li 7 gundên Hîzanê darên bindeqan hene. Rûnê bindeqên Hîzanê zêde ye, qalikên wan hişk e.

Ji ber erdnîgariya herêmê darên bindeqan li cihên berwar hêşîn bûne û dema ku bindeq digihêjin û gundî tînin bi çengelan va çiqlê daran berjêr dikin, paşê bindeqan berhev dikin û dixin çewalan.
Li gor salan xêr û bereketa bindeqan diguhere û gundî her sal di navbera 650 û 900 tonî da bindeqan berhev dikin, ji bo aboriya bajêr jî salê nêzî 10 milyon dide qezenckirin.
Serokê Odeya Ziraetê ya Hîzanê Erkan Durmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku darên bindeqan li gundên Yolbîlen, Saritaş, Yaylacik, Ekînlî, Çalişkanlar, Gorece û Tutumluyê hene û ji ber ku erdê van gundan berwar e, ji bilî darên bindeqan tu ber tuneye.

Durmaz wiha dewam kir:
"Bindeqên bi van daran va digrin li tu derê tunene û proteîna wan gelekî zêde ye. Tenê hinekî qalikê wan hişk e. Navê cureyên bindeqên vê herêmê beynane, erîştî, sîvanî, çavreş, hindî, gewrek û turşuk in. Tehma her cureyê cuda ye. Li Tirkiyeyê ji sedî 5ê bindeqan bindeqên Hîzanê ne."