Türkan Tosun
10 Îlon 2019•Rojanekirin: 11 Îlon 2019
Li Ovacika navçeya Tunceliyê bazê sor ê ku ji hêla welatiyekî va li daristanê baskşikestî hatibû dîtîn, hat dermankirin.
Zafer Erogluyê li gundê Yaylagunuya li ser navçeya Ovacikê dijî dema ji gund diçû navçeyê li daristanê bazekî sor ê ku baskê wî şikestiye dît.
Eroglu av da heywanê û paşê anî ser beyter.
Beyter Hekîm Gîzem Şanli heywan derman kir û got baskê wî şikestiye û birîndar e.
Hat ragihandin piştî dermankirinê ewê baz teslîmî Midûriya Şaxa Tunceliyê ya Parkê Neteweyî bikin û berdin çolê.