Haydar Şahin
04 Sibat 2021•Rojanekirin: 10 Sibat 2021
Heywandarên li Guroymaka navçeya Bidlîsê medegan xweyî dikin zivistanê heywanên xwe yên di tewleyan da qirêj digrin dibin germavê û dişon.
Li Budaxliya gundê 7 kîlomêtre dûrî navenda navçeyê germahiya Germava Budaxliyê derdikeve 40 pileyî, kesên li şifayê digerin havînan tê vê derê, zivistanê jî gundî medeg û hespên xwe tînin berî germavê didin.
Li gundê hewaya wê sar e heywandar di sermayê da heywanên xwe dernaxin derva di tewleyan da xweyî dikin. Lêbelê medegên di tewleyan da tên xweyîkirin li ser mayisê mexel tên û qirêj dibin. Gundî ji bo heywanên wan temîz bibin û bereketa şîrê wan zêde bibe bi navber medegan tînin germavê û dişon.
Li Bidlîsê medegan di germavê da dişon
Li herêma germahiya wê hetanî 20 pileyên binê sifirê dikeve medeg û hesp di germava dora wê berf girtiye da digerin û di nav hulmê da dîmenên balkêş derdikevin holê.
Wênekêş ji bo wêneyên medeg û hespên dikevin avê bikişînin ligel sermayê tên wê derê, dîmenên heywanan û ciwanên guh nadin heywan û sermayê xwe diavêjin nav avê dikişînin.
- "Em di rojên sar da heywana naynin"
Omer Faruk Azbayê ji gund daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku heywanên xwe yên zivistanê di hundir da xweyî dikin di hefteyê da 2 rojan tînin vê derê ku hem paqij bibin hem jî bereketa şîrê wan zêde bibe.
Azbay got ava germ li heywanan tê, bereketa şîrê wan zêde dike û wiha pê da çû: "Hewaya sar zirarê dide medegên avis. Ji ber vê em di rojên tavî û hewaya wan germ da tên vê derê. 20 medegên me hene. Wan dişon û paqij dikin. Li gundê me hezar medeg hene. ji ber vê bi navber tînin vê derê."
Muhammed Toren jî diyar kir ku li germavê dema xwe xweş derbas dikin û wiha axivî: "Ava germ a vê derê gelekî bi feyde ye. Ji gelek bajaran meriv tên vê derê. Wênekêş her tim li vê derê wêneyan dikişînin. Dema hewa tavî be em heywanên xwe tînin vê derê. Qasî 2-3 saetan di nav avê da dimînin û paşê dibin malê."