Bülent Temiz,Rıdvan Korkulutaş
13 Nîsan 2021•Rojanekirin: 13 Nîsan 2021
Navçeyên Bîngolê Karliova, Yayladere, Yedîsu û Solxan bi barîna berfê spîçîl bûn.
Li navçeyên ku germahiya herî nizim 3 pile, ya herî bilind jî 6 pile hat pîvan, nîvê şevê berf barî.
Kuçe û kolanên navçeyan bi berfê xemilîn.
Ekîbên rêbejayê jî ji bo ku di veguhestinê da astengî dernekevin, tedbîr sitandin.
Li navçeya Karliovayê li ciyên bilind sitûriya berfê derket 10 santîmetreyî.
Welatî Abdurrahman Unsal diyar kir ku berf, rehm û bereketa Xwedê ye û wiha got, "Xwedê çi bike jî xweş dike."