Necat Hazar
17 Mijdar 2022•Rojanekirin: 18 Mijdar 2022
Li Wanê li ciyên bilind barîna berfê û mijê tesîreke neyînî li ser veguhestinê kir.
Li bajêr ji duh va ji ber barîna baranê û her wiha li ciyên bilind jî ji ber barîna berfê ajokaran dem demî zehmetî kişandin.
Li Derwazeya Kurubaşê ya raqim 2 hezar û 225 metre ya li ser rêbejaya Wan-Hekariyê ji ber mijê mesafeya dîtinê daket.
Ajokaran di rê da bi awayekî bi kontrol dewam kirin.
Her wisa Derwazeya Karabetê ya raqim 3 hezar metre ya li ser rêbejaya Wan-Hekariyê jî ji ber barîna berfê ya ku ji duh bi şev û vir va didome spîçîl bû.
Ekîbên dijî berfê yê Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 11emîn jî xebat dan destpêkirin da ku di rê da astengî çênebin.