Muhammet Kurşun
13 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
NÎNOWA
Li Deşta Nînowayê ku wek deverên zîraî têne zanîn piştî paqijkirina DEAŞê ji deverê û qismen vegera xelkê bo malên xwe rewşa giştî asayî bû û çandiniyê careke din destpê kir.
Hat dîtin ku xelkê ku traktor û amûrên din ên çandiniyê li wan hatin belavkirin, dest bi çandiniya genim, ceh, nok, nîsk û berên din ên zîraî kirine.
Deşta Nînowayê, devera herî guncan ji bo çandiniyê û bibereket tê zanîn. Xelkê deverê jî bi piranî berî hatina DEAŞê bi vî karî re mijûl dibûne. Ji ber dagirkirina herêmê ji aliyê DEAŞê ve ji sala 2014an û vir ve bi hezar donim mehsûl ziyan bûn, berên destketî xera bûn û erd beyar ma.
DEAŞê li van erdan bombe, teqemenî û mayîn çandibûn, tîmên îmheya bombeyan yek bi yek ew teqemenî pûç kirin û erd ji bo çandiniyê amade kirin.
Welatiyê cotkar bi navê Necim Elyas bi kêfxweşî behsa vê rewşa nû kir û wiha axivî: "Ev bûn çend sal ez vî karî dikim û di karê xwe de şareza me. Bi rastî jî DEAŞê di dema dagirkirinê de ziyaneke mezin gihand axa me. Niha jî piraniya axa me bikêr nayê ku em çandiniyê lê bikin. Li hin deveran dibe ku em xiyar an tiroziyan biçînin. Bi vî awayî belkî erdê me bihêztir bibe û cotyar fêdê jê bibînin."
Cotkarê mexdûrê DEAŞê wiha dewam kir: "Berî 2 salan DEAŞê axa me hemû dagir kir. Me nekarî erdên xwe bajon û beran jê bistînin. Lê şikir ku Pêşmerge êrişî DEAŞê û ew li herêmê têk birin. Ewên nehatin kuştin jî reviyan."
Elyas got muhendisên ser bi Wezareta Pêşmerge hemû erdê wan ji teqemeniyan paqij kirine û ji bo çandiniyê amade kirine: "Em niha traktorên xwe bi rehetî dajon û rastî tu probleman nayên. DEAŞê her demê erd dişewitandin. Ev jî bû sedem ku zevî ber nede."