Mehmet Sıddık Kaya
20 Tebax 2024•Rojanekirin: 21 Tebax 2024
Li Sîlvana navçeya Diyarbekirê cesedê ciwanê ku di Bendava Batmanê da winda bibû hat dîtin.
Hasan Bînenê 31 salî ku duh ji bo girtina masiyan çû Bendava Batmanê ya li nêzî gundê Çaliyonuyê piştî demekê ji ber çavan winda bû.
Li ser agahdarkirinê 112 Ekîbên Tenduristî, ekîbên Lêgerîn û Xilaskirinê yên Cendirmeyê, AFAD, ekîbên Lêgerîn û Xilaskirinê yên Zanîngeha Dicleyê û îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê.
Di encama xebatên lêgerînê da cesedê Bînen ji avê hat derxistin. Cinaze ji bo otopsiyê veguhastin Saziya Tiba Edlî.