Cesedê Enes Tosunê 6 salî yê ku 5 roj berê li navçeya Tuzlucayê winda bûbû di hewşê de definkirî hatibû dîtin, ji bo otopsiyê anîn Erziromê.
Tosunê ku li Gulîceya gundê Tuzlucayê dijiya, ji bo lîstikê ji mala xwe derketibû û 5 roj şûnda cinazê wî di hewşa eqrebayeke wî de definkirî hatibû dîtin. Piştî ku cinaze hat dîtin dozgerê komarê li ser lêkolîn kir û paşê cinaze bi wesayîta Şaredariya Tuzlucayê kirin û şandin Saziya Tiba Edlî ya Erziromê.
Cinaze li Erziromê kirin morga saziyê û piştî otopsiyê wê eşkerebe ku Tosun çima miriye.
Ji aliyekî din ve Bavê Enes Tosun, Metîn Tosun jî bi heman wesayîtê hat Erziromê.
Piştî ku Tosun winda bû, ekîbek ji Enqereyê çûbû û cinaze di hewşa eqrebayeke wî de definkirî hatibû dîtin û piştî vê jî amojna wî G.T hatibû binçavkirin.