Cebrail Caymaz
20 Tebax 2024•Rojanekirin: 21 Tebax 2024
Li Herana navçeya Şanliurfayê du bira ji bo ku hênik bibin, ketin qanala avdêriyê, di ro da çûn û winda bûn.
Ûsiv (12) û Îsa Hamadiyê (16) biyanî li Taxa Buyukturbeyê ketin qanala avdêriyê û di ro da çûn.
Kesên ku derdorê cab dan û ekîbên AFAD, tenduristî û cendirmeyê bi polêsên xozneber va sewqî cihê bûyerê kirin.
Polêsên xozneber di qanalê da li her du birayan digerin.