DİYARBAKIR
Endamê Lijneya Birêvebiriya Yekîtiya Borsa û Odeyên Tirkiyeyê (TOBB) û Serokê Borseya Diyarbekirê Ebûbekir Bal diyar kir ku wek odeyê her sal piştgirî didin malbatên xizan. Bal got ku îsal jî pakêtên ku tê de malzemeyên xurekê hene belavî hezar malbatî kirin.
Bal destnîşan kir ku belavkirina xurekan bi awayekî veşarî tê kirin û wiha axivî: "Ji bo me arîkarîkirina kesên hewcedar karekî pîroz e. Me berê çawa arîkarî dabe, em dê ji niha paş ve jî wisa arîkariyê bikin. Em vê yekê ji bo rizaya Îlahî dikin, destê ku distîne divê destê dide nebîne. Em her sal di remezanê de xurekan li hewcedaran belav dikin, piştre jî arîkariya malzemeyên qirtasiyeyê didin xwendekaran. Em alîkariyê wisa belav dikin ku malbat rencîde nebin."