TUNCELİ
Bi pêla çareseriyê re tevgera civakî û aborî, li herêmê her ku diçe zêde dibe. Li Tûnceliyê şirketeke taybet li keviya çemê Mûnzûrê parkûra paîntballê ava kir.
Parkûr li kersaxa Çemê Mûnzûrê yê dera Kemerbela li ser rêbeja Tûncelî-Ovacikê hat çêkirin. Ev parkûr di serî de bala ciwanan û gelek welatiyên din dikişîne li ser xwe.
Karsazê parkûra paîntbalê Ozgur Sadag daxûyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku vê parkûrê mehek berê vekirine.
Sadag destnîşan kir ku kelecana lîstika paîntbalê zêde ye û lîstikeke cuda ye. Ji bo ku welatiyên li herêmê jî vê lîstikê nas bikin û hîn bibin, vê parkûra paîntballê ava kirine.
Welatî Metîn Golçurê ku ji bo paîntballê bileyîze bi hevalê xwe re hatibû parkûrê, got: "Baş e ku tiştên wiha li Tunceliyê çêdibin. Em dixwazin ku xort û ciwan beşdarî organîzasyonên wiha bibin. Hetanî ku li qehwexaneyan rûdinên bila bên vir û ji stresê xilas bibin. Ez vê derê pêşniyarê her kesî dikim.
Metîn Aydiner jî diyar kir ku bi salan e organîzasyonên wiha li Tûnceliyê tunene û tiştên ku ciwan pê mijûl bibin jî kêm bûn. Lê bi saya projeyên wiha êdî ev rewş hêdî hêdî ji holê radibe.
Coşkun Babayigit jî destnîşan kir ku bi saya paîntballê dikarin lîstikeke bikelecan bileyîzin.