Li Golbaşiya navçeya Enqereyê di qezaya trafîkê de 2 kes mirin û 2 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan motosîkleta ku şofêrê wê Muhammet Koçak (33) û plaqeya wê 55 JF 318 bû û motosîkleta ku şofêrê wê Samet Kadavak û plaqeya wê 06 LRD 38 bû li ser rêya Konyayê ji pişt ve vîncekî qelibîn.
Di qezayê de Muhammet Koçak û Samet Kadavak li cihê bûyerê mirin. Îsa Turkoglu û Celal Sariyê ku li ser motosîkletan bûn jî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Gaziyê.
Polêsan der barê qezayê de jêpirsîn dan destpêkirin.