Li Golbaşiya navçeya Semsûrê minîbêsa servîsê ya xwendekaran û tirimbêlek li hev qelibîn. Di qezayê de 3 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, minîbêsa bi plaqaya 02 S 5008 a ku ajovaniya wê Bahrî Zîncîdî dikir û tirimbêla bi plaqaya 02 EH 403 a ku ajovaniya wê Zeynal Bogatir bû li ser xaçerêya Nexweşxaneya Dewletê li hev qelibîn.
Di qezayê de Bogatirê ajovanê tirimbêlê, birayê wî Oktay Bogatir û ajovanê minîbêsê Zîncîdî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Golbaşiyê kirin.