Günay Nuh,Yusuf Ayas,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Elvan Demir
28 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2025
ARDAHAN (AA) - Li Erdexan, Qers û Agiriyê piştî berfê hewa sar bû.
Li Erdexanê duh piştî berfa ku dem demî barî termomêtroyan germahiya hewayê ya bi şev di bin sifirê da 17 pile nîşan da.
Ji ber hewaya sar rê û peyarê di bin qeşayê de man, dar û beran jî qiravî girt.
Li navçeya Goleyê jî germahiya hewayê ya bi şev di bin sifirê da 22 pile hat pîvan û qiravî çêbû.
- Qers
Li Qersê ji ber berfê sir û serma çêbû.
Li bajarê ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê de 17 pile hat pîvandin, dar û ber di bin qiraviyê da man.
Li dora Zanîngeha Kafkasê û li Taxa Dereîçiyê ya Keleha Qersê, darên ku qiravî girtin dîmenên xweş derxistin holê.
Li navçeya Sariqamîşê jî hewa sar bû û mijeke zêde ket.
Li ser rêya Qers-Erziromê ji ber mijê mesafeya dîtinê kêm bû û şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajot.
Li navçeyê hin sûlav û kaniyan qeşa girt.
- Agirî
Li Agiriyê jî piştî barîna berfê hewa sar bû.
Li bajarê ku termomêtroyan germahiya hewayê ya bi şev di bin sifirê de 18 pile nîşan da, hin welatiyên ku xwestin wesayîtên xwe ji sermayê biparêzin ew bi betanî û brandayan pêçan.
Ji ber mijê danê sibê li navenda bajêr mesafeya dîtinê kêm bû.