Günay Nuh,Anıl Aydın,Sidar Can Eren,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Tevhid Furkan Nehri,Yusuf Ayas
01 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2023
Li Erzirom, Erdexan, Tuncelî û Qersê tesîra sir û serma heye.
Li Erziromê germa hewayê bi şev di binê sifirê da 6 pile hat pîvan.
Ji ber sermayê baniyên avahiyan şembelîk girt.
Li ser peyarê û rêyan cemed çêbû, ekîb rêyên ku berf û bagerê girtiye vedikin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî hewa sar e, mij û dûman heye.
Li bajêr serê sibê mij û dûman çêbû.
Kesên serê sibê derketin derva ji ber qeşayê bi zehmetî çûn û hatin.
- Tuncelî
Li Tunceliyê ji ber hewaya sar li ser çiyayan mij û dûman çêbû.
Paceyên wesayîtan qeşa girt û li ser dar û beran qiravî çêbû.
- Qers
Li Qersê hewaya sar tesîreke nebaş li ser jiyanê dike.
Ji ber sermayê dar û beran qiravî girt, li ser paceyên wesayîtan qeşa çêbû.
Hin welatiyan xalîçe û betanî avêtin ser paceyên wesayîtên xwe.
Li navçeya Sariqamîşê germahiya hewayê di binê sifirê da dakete 7 pileyan.
Dar û beran qiravî girt, li baniyên avahiyan şembelîk çêbû.
Ekîb li ser rêyan xoy direşînin da ku qeşa çênebe.