Günay Nuh,Yunus Hocaoğlu,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Anıl Aydın
07 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2023
Li Erzirom, Erdexan û Qersê bandora sir û sermayê didome.
Li Erziroma ku bi şev germahî daket sifir pileyê, şadirwan qerimîn û qerm ket ser rê û peyarêyan.
Her wiha ji ber sermayê qiraviyê avêt cama hin wesayîtan.
- Erdexan
Li Erdexanê ji ber sir û sermayê li ser rê û peyarêyan cemed çêbû. Dîsa rûyê teqalên avê jî cemed girt.
Hin welatiyan li hemberî sermayê wesayîtên xwe bi cilikan nixumandin.
- Qers
Li Qersê serma û berfê tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Ji ber rêyên cemedgirtî ajokaran zehmetî kişand.
Li navçeya Sariqamîşê jî berf barî.
Welatî Fatih Cengiz diyar kir, piştî barîna berfê hişkî ket erdê û wiha dewam kir, "Sezona me ya zivistanê dest pê kir, înşelah dê ji bo Sariqamîşê bibe sezoneke bi xêr û bereket. Em li benda wê ne ku di dema zûtirîn da navenda kaşûnê vebe."