Hakan Sarı
05 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2023
VAN (AA) - Çend meh in li asîmanê Wanê koma ewrên ku li dora hev dizivirin û dibin wekî gêrê (lenticular), çêdibin. Dîmenê van ewran bi rêbaza time lapseyê hat kişandin.
Li Wanê îsal ji ber ku germa hewayê timî diguhere, ewr çêdibin û baran dibare, di nava ewran da hin ewr li dora hev digizirin ewrên mînanî gêrê çêdibin. Li ser asîmanê Gola Erçekê dîmenê van ewran bi rêbaza kişandina time lapseyê (lezandî) hat kişandin.
Di van dîmenan da komek ewr nêzî 45 deqîqeyan li dora hev dizivirin û dîmenên xweş derdixin holê.