Fatih Gazioğlu
11 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2019
BINGOL
Li Karlivoya navçeya Bingolê ji ber berf û bagerê ev 8 roje mekteb nikarin perwerdeyê bidin.
Barîna berfê û hewayê sar li navçeyê Karliovayê li ser jiyana rojane tesîreke neyînî dike.
Li navçeyê ciyên bilind hin ciyan qalintiya berfê gihişt 1,5 mêtroyê û rêya 40 gundan jî girtiye.
Tîmên Îdareya Taybet ji bo vekirina rêyên gundan bênavber dixebitin.

Tîmên şaredariyê jî li navenda navçeyê xebatên paqijkirina berfê didomînin.
Ji ber barîna berfê ji 2yê rêbendanê vir va li mekteban perwerde nayê dayîn.
Hin xwendekar êdî bêriya mekteb û hevalên xwe dikin.
Ji xwendekaran Irmak Temîzê got ku ew 8 roj in naçin mektebê û êdî bêriya hevalên xwe dikin û wiha axivî: "Min bêriya mamoste û hevalên xwe kir. Êdî ez dixwazim herim mekteba xwe."
Ji bavê zarokan Maksut Bîngol jî got ku zarokên wan li malê aciz bûne û êdî dixwazin biçin mektebên xwe.