Muhammet Kurşun/Azat Muhammet
14 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
DIHOK - MUHAMMET KURŞUN/AZAT MUHAMMET
Li Akrêya Dihoka Herêma Kurdistanê welatiyê bi navê Meşat Navxoş dibêje "Tenê dijîm-Ezê tenê bimirim" û goreke bi baxçe ku dora wê dîwarkirî ye çêkiriye û li ser kêl nivîsandiye "Gora Meşat Navxoşê Xwedê jê xweş be: 23.5.1997".
- Çîroka Kafkayê Kurd
Nivîskarê navdarê zimanê Almanî bi xwe Cihûyê Çekyayê ye Franz Kafka, bi jiyana xwe çîroka tenêtiyê nivîsandibû û wek mîratekê ji edebiyata cîhanê re kiribû sermiyan.
Çîroka ku tenêtiya nivîskaran, edîban û cîhana wan a derûnî tîne bîra mirov û dîmenê filmekî di ber çavan re derbas dike li bajarekî Herêma Kurdistanê derbas dibe.
Welatî Meşat Navxoşê xwediyê mezel her roj mezarê xwe yê li nahiyeya Dînarteyê ziyaret dike û kulîlkên li dora gorê vedane av dide, li gor qalkirina wî ew 20 sal in amadeyê mirinê ye û jiyana xwe jî wisa didomîne.

- "Tenê jiyame, dê tenê jî bimirim"
Navxoş dibêje "Tenê dijîm-Ezê tenê bimirim" û goreke bi baxçe ku dora wê dîwarkirî ye çêkiriye û li ser kêl nivîsandiye "Gora Meşat Navxoşê Xwedê jê xweş be: 23.5.1997".
Navxoş ji bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê wiha qala çîroka xwe dike:
"Ez ji tenêtiyê hez dikim û di dirêjiya jiyana xwe de tenê bûme. Min bîr li wê yekê kiriye ku dê di mirinê de jî tenê bim û bi kesî re neyême veşartin. Loma min ev gor ji xwe re kola da ku tê de bi tenê werim veşartin. Min qebra xwe amade kiriye û bi gulan xemilandiye da ku bibe cihê aramiyê. Dema ku bêhna min teng dibe û sebra min nayê têm serdana gora xwe dikim."
- "Ez ne ji ber eşqê mirî hesab im"
Kafka jî digot: "Tenê kêmasiyeke min heye, ew jî ez im" û li xwe digeriya, tenêtiya xwe kûrtir dikir, xwe dişibihande kêzikê û xwe bi saxî dixiste gorê.
Meşatê Kurd jî bi zanebûn an jî bê zanebûn xwe ji vê dinyayê dûr kiriye û terkeserî vê alemê bûye.

Meşat Navxoş wiha berdewam dike:
"Bila kes ecêb nemîne ez xwe zindî hesab nakim. Ev bîst sal in ez xwe mirî hesab dikim û wek jiyana dîgeran tiştekî najîm. Dibe ku mirina min bi sedemên gelekî biçûk be, lê ji bo min gelekî mezin e. Min behsa sedemên xwe ji kesî re nekiriye û nakim jî."
Rêwiyê nediyariyê Meşat behsa wê yekê dike ku ew ne ji ber eşqê ketiye vî halî, berevajî ew zewiciye û 4 zarokên wî jî hene.
Di behsa kêliya mirina xwe de jî wisa qal dike:
"Min sala 1997an koça dawîn kiriye. Gelekî giriyame ji bo xwe. Lewra ev mirina min, ez ji hemû hissiyat û hezkirinan birandime. Niha fikra tiştekî nakim. Xwe têkilî kesekî jî nakim. Lewra ez mirî hesab im, ew hestê li cem xelkê heye li cem min nemaye."
- "Ji sibehê heta şevê li ser gora xwe rûdinêm"
Çîroka Meşatê Kurd bi qasî ku balkêş e ew qasî jî hestiyar û pirme'ne ye, ji aliyekî ve jî dilşewat e. Di demsala havînê de Meşat zêdetir bîra gora xwe dibe, wiha pê de diçe Meşat:
"Mehên havînê ji 3 rojan carekê serdana gora xwe dikim. Carinan ji sibehê heta şevê li ser gora xwe rûdinêm. Bi rastî jî ji min re bûye cihê sebr û aramiyê. Hin dost û nasên min jî ji bo seredanê tên ser gora min em bi hev re sohbet dikin. Lê em behsa gorê û mirinê nakin."
- Xelk tên li ser fatîheyê dixwînin
Meşat dibêje berî çendekî 4 kes bi otomobîlê hatine li ser gora wî fatîhe xwendine jê pirsîne gelo ev gora pêşmergeyekî yan qencekî Xwedê ye? Ew jî wisa cewab daye: "Ji bo ku wan nedim şermê, min got diyar e gora kesekî li cem malbata xwe hezkirî ye. Ji xeynî wan çend kesên din jî hatine fatîhe xwendine. Xelk zêdetir tê û diçe."