14 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
KARS
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê ji ber berf, bager û sermayê heywanên çolê jî tengasiyê dikşînin.
Li Qersê qalindahiya berfê bûye mêtroyekî û germa hewayê jî heta dikeve bin sifrê 25 pileyan. Ji ber sermayê heywanên çolê jî tengasiyê dikşînin û xwarinê bîter nakin.
Li ser rêya Qers-Sariqamîşê roviyên ku birçî bûne, li ser berfê peyê mişkan ketine û kamerêyê jî ev nêçîra roviyan kişand.
Rovî danê nîvro dertên û li ser eraziyên ku ketine bin berfê rizqê xwe digerin û mişkên binê berfê dişopînin derdixin.
Rovî bala xwe didin mişkan û nêzî 30 saniyeyî qet nalipitin û nêçîra xwe teqîb dikin û carekê da xwe mêtrekî banz didin, pozê xwe dixin bin berfê û nêçîra xwe digrin. Rovî bi vî hawî zikê xwe têr dikin.