Türkan Tosun
03 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2016
ERZURUM (AA) - Li Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê rêya gelek gund û taxan hat girtin.
Li Erziromê rêya 72 gundan, li Îdirê rêya 47 gundan, li Qersê jî rêya 17 gundan hat girtin.
Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê, bi şev hewaya herî sar di bin sifirê da bi 28 pileyî va li Agiriyê hat pîvandin.
Ji ber sermayê li herêmê qeşa û mij heye.
Germahiya hewayê li Qersê di bin sifirê de 24 pile, li Erzirom û Erdexanê 23 pile, li Erzînganê 18 pile û li Îdirê jî di bin sifirê de 16 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin li giştiyê herêmê germahiya hewayê wê di navbera 4 û 6 pileyan de kêm bibe.