Emin Ferhat Sevilir
20 Adar 2025•Rojanekirin: 20 Adar 2025
Li Erzîncan, Gîresun û Bayburtê ji ber berf û rewşa hewayê ya nebaş dibistan îro hatin tetîlkirin.
Di daxuyanîya Walîtiya Erzîncanê da hat ragihandin ku ji ber berf û şert û mercên nebaş ên hewayê îro li tevahiya bajêr di hemû saziyên fermî û taybet ên perwerdeyê, navendên rehabîlîtasyonê û kursên Qur'anê da perwerde ji bo îro hat rawestandin.
Her wiha hat destnîşankirin ku xebatkarên ducanî yên li saziyên kamuyê dixebitin, xebatkarên astengdar, yên ku zarokên wan diçin kreş an jî pêşdibistanê, dayikên zarokên astengdar û xebatkarên ku nexweşiyên kronîk bi wan ra hene jî wê di betlaneya îdarî da bên hesibandin.
Li Gîresun û Bayburtê jî ji ber berfê li tevahiya bajêr hemû dibistan hatin tetîlkirin.
Li 2 navçeyên Erziromê ji ber berfê dibistan tetîl bûn
Li navçeyên Erziromê Aşkale û Îspîrê ji ber berfê dibistan îro tetîl bûn.
Di daxuyaniyên li ser hesabên Qaymeqamtiyan ên medyaya civakî da hat destnîşankirin ku li navçeyan berf dibare.
Di daxuyaniyan da hat destnîşankirin ku li navçeyên Aşkale û Îspîrê ji ber berfê dibistan îro hatin tetîlkirin.
Ji xeynî vê hat diyarkirin, li Îspîrê personelê qamûyê yê hemle û astengdar dê bi destûr bê hesibandin.