İbrahim Yaldız
22 Sibat 2022•Rojanekirin: 02 Adar 2022
Li Vartoya navçeya Mûşê, ji bo ku maka xwe bimijin, dema berxan berdidin nav pez, dîmenên pir rengîn derdikevin holê.
Li Mûşa ku heywandariya pez û dewaran pir berbelav e, serî ket pez ku heywandar bi kelecanî li bendê bûn.
Pezzayîna ku di meha sibat û adarê da pêk tê, kar û barê heywandaran jî zêdetir û girantir kir.
Li bajarê ku zivistana wê dirêj û dijwar e, heywandar berxên ku mizgîniya biharê ne, ji bo ku bimijin, rojê du caran berdidin ber maka wan.
Gava berx ber bi makên xwe dibezin, dîmenên pir sipehî derdikevin holê. Berxên ku makên wan telef bûne jî bi bîberonê tên mêjandin.
Heywandar Celal Yurdakulê şêniyê gundê Guzelkentê yê 73 kîlometre dûrî navendê, diyar kir ku 25 sal e ew heywandariyê dike.
Yurdakul bal kişand ku ew ji sibehê heya êvarê bi heywanên xwe ra eleqedar dibe.
Yurdakul got ku ew, heywanan rojê du caran alif dikin û wiha dewam kir, "Em şîrê çêlekan didin berxên ku makên wan telef bûne. Her wisa em bi bîberonê va şîr didin berxên ku şîrê maka wan kêm e. Em rojê du caran berxan didin ber makên wan ku bimijin. Berx bi dengê wê va maka xwe nas dike, mak jî bi bêhna wê va berxa xwe nas dike. Tiştekî pir xweş e."