Li gor agahiyên Ajansa Fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê, di otêla ku tê de 700 kesên ku çûbûn umreyê diman de şewat derket. Hat diyarkirin ku di encama şewatê de 17 kes mirin û 130 kes jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê Waliyê Medîneyê Mîrza Faysal bîn Salman Bîn Ebdulezîz ferman da ku otêlên der dora Îşraq el-Medîneyê bên valakirin da ku bûyerên mezintir neqewimin û zirar negihêje kesên din.
Agir di demeke kurt de bi destê tîmên sivîl ên parastinê hat vemirandin û birîndar jî sewqê otêlên herêmê kirin.
Hat ragihandin ku nayê zanîn ku şewat çawa qewimiye û lêpirsînê dest pê kiriye.