31 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2016
MEDÎNE
Kordînatorê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Akîtê Hasan Karakaya ji ber qrîza qelb wefat kir.
Li gor agahiyan Karakayayê 58 salî yê ku di serdana li Erebistana Siûdî da bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra bû, li Medineyê li otêla ku lê dima ji ber qrîza qelb mir.
Hat diyarkirin ku tîmên tenduristiyê yên Serokomariyê li otêlê midaxeleya ewil li Karakaya kirin û ew rakirin Nexweşxaneya Qral Fahd. Karakaya li nexweşxaneyê digel midaxeleyê ji ber qrîza qelb mir.
Erdogan ji ber mirina Karakaya serdana xwe qedand û wê îro nîvro vegere Tirkiyeyê.
Cinazeyê Karakaya wê bi balafira taybet a bi navê "TUR"ê ku Serokomar Erdogan di serdana xwe da diemiland bînin Stenbolê.
Bernameya merasima cinazeyê Karakaya jî wê paşiyê were eşkerekirin.