Şahin Seçen
02 Sibat 2024•Rojanekirin: 03 Sibat 2024
Şaredariya Batmanê li mizgeftên Heskîfê dest bi xebatên paqijiyê kir.
Li ser talîmata Waliyê û Wekîlşaredarê Batmanê Ekrem Canalp, Rêveberiya Karûbarên Paqijiyê li mizgeftan xebatên paqijiyê kirin.
Di çarçoveya xebatên ku ji bo welatî nimêja xwe di jîngeheke paqij û hijyenîk da bikin, xalîçeyên mizgeftan hatin şuştin û dezenfektekirin.
Ekîban li navçeyê, Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî, Mizgefta Xalid Bin Welîd, Mizgefta Îmam Ebdullah û Mizgefta Kizlarê xebatên paqijiyê kirin.