Özgen Beşli
02 Sibat 2024•Rojanekirin: 13 Sibat 2024
Li Arpaçaya navçeya Qersê heywandar li ser berfê pûta heywanên xwe didin.
Li herêma Rojhilatê piştî berf barî sir û seqemeke zêde çêbû.
Li Qersa ku germahiya hewayê di bin sifirê da heya 21 pileyî dikeve, heywandar li ser berfê pûta heywanên xwe didin.
Şêniyên li gundê Tepecikê piştî berf barî heywanên xwe di gom û tewleyan da xwedî dikin û pûta wan jî bi kurnên li ser berfê danîne didin.
Welatî ji bo av bidin jî heywanên xwe dibin ser çêm.