Haydar Şahin
28 Mijdar 2020•Rojanekirin: 29 Mijdar 2020
Li Mûşê şivanên pezê xwe li çil û çiyan diçêrandin ji ber ku berf barî pezê xwe birin gundan.
Berfa ber destê sibê dest bi barînê kir ciyên bilind çîl û sipî kir.
Şivanên li çil û çiyayên Bozbulut û Nadaslika gundên bajêr pez diçêrandin di berfê da man û li ser bê mecbûrî pezê xwe daxistin nav gundan.
Adem Sayilganê şivan got dema li mêrgê pez diçêrandin berfê dest bi barînê kir û wiha axivî: "Şeveqê li Mêrgî hewa xweş bû. Paşê berfê dest bi barînê kir û ba û bager rabû. Pez di ciyê xwe da sekinî. Me jî agir dada ku xwe germ bikin."
Kerem Koç jî got ji ber berf û bagerê pez anîn gund û wiha pê da çû: "Li Mûşê êdî zivistanê dest pê kir. Heke berf wiha dewam bike em ê êdî pezê xwe di koman da alif bikin."