İbrahim Atmaca
15 Îlon 2020•Rojanekirin: 20 Îlon 2020
Li Kopa (Bulanik) navçeya Mûşê dewar hem li dora Gola Kazanê diçêrin hem dikevin avê û xwe hênik dikin.
Gola Kazanê dikeve nav sînorên Kopê. Rêncberên ku li gundên nêzî golê dijîn, ji bo çêrandina dewarên xwe, şeveqa sibê dewarên xwe tînin berdidin mêrgên derdora golê
Heywan di mêrgan da diçêrin û carinan jî gîhayê erdê golê dixwin, danê nîvro jî bi germbûna hewayê ra dikevin golê û hênik dibin.
Welatiyên ku ji herêmê ra derbas dibin, wêneya heywanên ku hem di golê da diçêrin û hem jî dikevin golê dikşînin.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Mûşê Mehmet Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir li tevahiya bajêr xwedîkirina dewaran zêdetir e.
Aydin diyar kir, ji bo ku li bajêr heywandarî geş bibe wan piştgiriyên girîng dan û wiha dewam kir, "Divê rêncber heywanên xwe baş xwedî bikin. Li navçeya me ya Kopê rêncberên me heywanên xwe di golê da dişûn û di gîhayê wê derê yê teze da diçêrînin. Heywan wexta ku dikevin golê hem paqij dibin hem jî rehet dibin. Bi vî hawî hem goşt digrin hem jî şîr didin."
Serhat Baykarayê ku li gundê Golyaniyê rêncberiyê dike jî got ku ew şeveqa sibê heywanên xwe seba çêrandinê tînîn ber qeraxên Gola Kazanê.
Baykara diyar kir ku ew debara xwe tenê bi heywandariyê dikin û wiha dewam kir: "Em li vê derê nêzî 1000 heywanî xwedî dikin. Em heywanên xwe li mêrgên kêleka golê diçêrînin. Heywan li vê derê hinekî diçêrin û paşê dikevin golê. Li vê derê sê saetan hem di golê da paqij dibin hem jî gîhayê nava golê dixwin. Ji avê hez dikin."